Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi minasebeta 55 salvegera Şoreşa Îlon a pîroz daxûyaniyek ragihand. Barzanî dibêje: Ew destkeft jî ji wan bingeh û biha û xebatê çavkaniya xwe digrê ku şoreşa mezina Eylûl li ser hatibû avakirin. Peyama Serok Barzanî ya li 55 saliya bîranîna şoreşa Eylûlê Bi navê xwedayê mezin û dilovanÎro 55 (Pêncih û pênc) sal li ser hilpêkirina şoreşa Eylûl, mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê ya li dijî zulm û asîmîlasyonê de derbas dibe.Şoreşa Eylûl şoreşekî seranseriya gelê Kurdistanê bû û ew bawerî bi xwebûnê li kûrahiya dilê hemû take kesekî Kurdistanî de dirust kir ku divê li beranber dagîrkerî û neheqiyê da bê rawestandin. Yekemîn car li dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li vê şoreşê da bû ku hemû çîn û tuwêjên civakê beşdarî xebata netewayetî û demokrasîxwaziya xwe gelê xwe bûn û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê jî mil bi milê Kurd li jêr serkirdayetiyekî hevbeş li dijî sîtem û dagîrkeriyê xebatê kirin.



