Ji bo tifaqê
Di berê da gelek edet, xeyset, rabûn-rûniștandinên maqûlî yê bi qîmet li nav gelê Kurd da hene û heta îro jî têne xweyîkirin. Hê sedsalên navîn da zanyar, nivîskar, rojhilatzan, dîplomatên biyanî yên bi nav û deng hatine Kurdistanê, yan navê ra derbas bûne ser wan edetên kurdaye gelêrî ecêvmayî mane û bi hewaskarîke mezin der heqa wan da kitêbên xwe da nivîsîne. Yek ji wan edetan jî ewe, ku dema dilsarê yanê neyarî dikete nav malbetan, êl û eșîran, hinek rîspî, evdên li nav civakê da naskirî, mirovên qedirgiran, xêrxwez, zanê bi rûmet, oldarên bêteref radikirin navberê ku çareserîke xêrê wê bêtifaqyê ra bibînin, aliya li hev bînin, nehêlin xûn birije.Niha ev hal Bașûrê Kurdistanê da çê bûye.Eger bi xêrxwezî, bi sidqê paqij ji bo kara netewî vê bêtifaqyê û dijîtiyê bê nêhêrandin ew șexsên navên wan li nav vê bêtifaqiyê da tên gotin, payê pirê șexsyetên welatparêz, bi qîmet, rûmet û hêja ne. Wan temamya jiyana xwe daye ji bo azadiya welatê xwe, dijî dijminê gelê xwe têkoșyane.Bi rastî dilê mirov ser teva jî diêșe.Wusane vê navê da tiștekî ji hev nefemkirinê yê șexsî, girûpî, hizbî heye, ku herd alî li vê tengasya welêt da rabûne dijî hev. Wusane herd alî jî di nava șașiya, neheqiya û nerastiya da ne û ji hev serwext nabin.Kurdistan ne milkê bavê tu hêzê nîne, îro hene, sibê tunene, Kurdistam weletê kurdan e. Îro bextê 40 mîlyon kurd li ser mêzînê ye.Ev șans destê kurda çû, șanseke wa dibe sed salî jî çê nebe. Hemin xêrnexwezên der û hundur çiqas bêjî hene, ew jî her tiștî dikin ku ev alozî çiqas here gur û kûr bibe.Nava kurda da jî wek netewê din xetê sor nînin, ku jibo xatirê kurdîtyê pêl nekin ê. Kurd ku hev bêșînin pêlî li ser her pîrozayê kurdîtyê dikin.Di dîrokê da eyan e timê neyar û xêrnexwezê Kurda ji Kurda aktîvtir û aqiltir tev geryan e, her cara dema șansekî serketinê ya xêrê kurda ra çê bûye ew șans bi destê kurdan vala derxistin e, heta Kurd ser xwe da hatine, sebebê malwêranya xwe hisyane êdî dereng bûye, mala xwe bi destê xwe xirab kirin e.Ȋro jî sîtûasyake wa çê bûye.Navberê da ziyan gihîștye welat û gelê kurdî sade.Gelê Kurd bi qehremanî șerê hebûn-nebûnê dimeșîne…Partiya û serok jî ketine qirka hev.Bi xûna xelkê kurd, bi qurbanya bi hezara șihîdan Bașûrê Kurdistanê li ber derê çareserbûna xewna kurdaye dewr-zemana sekinye.Ber çavê meye heçar perçê Kurdistanê da niha çi diqewime, heçar dagerkirên « birayên » kurdan yê bawariyê çawa dijî kurdan tev digerin,li hev diçin-tên, peymana girê didin, « kûta » davêjin li ber hinek « Kurdan » ku bi destê wan neyartiyê di nava deshilatdarya kurdî da kûrkin.Heta qazvanên dagerkiran jî dijî azadya kurdan in…Heta qazvanê dagerkira jî vê bêtifaqiya nava kurda gur dikin.Lê Kurd ?Sebebê vê malwêranyê kêne ?Ji kîjan kurdî jî bipirsî zane.Zane, lê kê guh dide xelkê Kurd ?…Ji TV kurda, medya deshiletdar, ya partiyên çekdar agirê bêtifaqyê dibare…Yek fikireke xêrê nabêje…Medya kurdî da bêterefbûn nîne, an gerekê alyê sora bî, yan alyê mora bî… Bi dilê wan neaxivîyî kes deng nade te, kes te nabihî, xeteke sor dikșînin dora te… …Xulese dibe pêșnyara min sade be, lawikên deshilatdar, partîvan û siyasetmedarên Bașûr yê « gewre » hukumdar li ser pêșnyara min bikenin, lê ez borcê xweyî dîrokî dibînim vê pêșniyarê bikim. Pêșniyara min ewe, dewsa dagerkir bêne navberê, bi cûrê xwe hêzê kurda li hev bînin, pêwîste bi edetê me kurda ji heçar perçê Kurdistanê, ji dervayî welêt weke 10-15 șexsyetên nav civakê da bi hurmet, bêteref rakin navberê belkî çareserekê vê malwêranyê ra dibînin. Eskerê BoyîkNivîskar07.09.2016