CîhanPolîtîk

Armanca gelê Kurdistanê gihîştina serxwebûnêye

https://youtu.be/sCjbFhaYtGU Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Koşka Êlîze ya li bajarê Parîs kir û bi awayeke fermî ji aliyê birêz François Hollande Serokê Fransa ve hate pêşwazî kirin.Li hevdîtinê de ku Wezîrê Derve û Serok Erkanê Artêşa Fransa û Bernard Koshner Wezîrê berê yê Derveyê Fransa û dostê gelê Kurdistanê û hejmarek şêwirmendên Hikûmeta Fransa amade bûn, Serok Komarê Fransa rêz û spas û pêzanînên xwe ji bo qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorê ragihand û tekez jî li ser karê hevbeşê welatê xwe û Herêma Kurdistanê ya li berengarbûna terorîstan kir.Her li vê hevdîtinê de behsa pêwîstiya rizgarkirina Musilê kirin û her dû alî li ser ewe hevre bûn ku divê ji bo qonaxa dawiya Da’îş planek ji bo birêvebirina Musilê û rewşa pêkhatan bê danan û bi pêwîstî jî zanîn ku asayîş û paşaroja pêkhatan li parêzgeha Nînowa bê mîsoger kirin.Li beşekî dinê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa xistin ber behs û Serok Hollande ragihand ku welatê wan palpiştê Kurdistanê dibê û hêviya aramî û serkeftinê ji bo gelê Kurdistanê xwest.Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û danustandinên di navbera aliyan mijareke dinê guftûgoyan bû û Serokê Fransa xweşhaliya xwe ji wê yekê nîşanda ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda berev pêşve diçê û daxwaz jî kir hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexda li şerê terorîstan û rizgarkirina Musilê berdewam bibê.Rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên siyasiyan û her wiha rewşa Sûriye mijareke dinê civîna Serok Barzanî û Serok Hollande bû.Her li vê civînê de behsa paşaroja Kurdistanê û danustandina di navbera Hewlêr û Bexda ya li vî derbarî de kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku armanca gelê Kurdistanê gihîştina serbixweyî ye ew jî li rêya diyalog û hevdû têgihîştina li gel Bexda û bi awayeke aştîxwazane dibe.Her wiha Serok Barzanî spasî Serok Hollande û gelê Fransayê kir ku li demên teng da palpiştê gelê Kurdistanê bûne û hatina Serok Hollande jî ya Kurdistanê eve jî li dema şer û li êrîşa terorîstan de bilind nirxand ku wekî yekem Serok ji bo hevsozî û yarmetîdana gelê Kurdistanê serdana bajarê Hewlêrê kir.

Back to top button