CîhanPolîtîk

NY: Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê serdanek serketî bû

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja pêncşemê 08.09.2016ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Jan Kobish nûnerê taybetiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Îraqê kir.Nûnerê NY li hember serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û serdana vê dawiyê ya serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re bo Bexdayê bi serdaneke serketî wesif kir ku encamên baş hebûn û hêvî xwest ku têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di hemû waran de, bi taybetî di ware enerjî û ewlekariyê de, zêdetir xurt bibin û ji bona azadkirina bajarê Mûsilê û deverên din yên bin destê terorîstên DAÎŞê, giringe di digel Hevpeymanan pilaneke minasib hebe.Kobish diyar kir ku hikûmeta Herêma Kuridstanê digel rêxistinên ser bi NY û yên din, mijûlî amadekirina pilanekê ne ku di dema destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê pêşwaziyê li koçbran bikin ku pêşbînî tê kirin hijmareke zêde ji bajarê Mûsilê ber bi Herêma Kuridstanê koçber bibin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana Jan Kobish nûnerê NY bo karûbarên Îraqê bo Hewlêrê kir û rola wî di rêxweşkirina serdana şandeya Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ku encamên baş hebûn, bilind nirxand.Serokwezîr ji şandeya NY re behsa naveroka civînên bi serokwezîr û berpirsên balayên hikûmeta Îraqa federal de kir û diyar ku ku daxwaz ji Bexdayê kiriye di demek zû de pilaneke hevbeş ji bo azadkirina bajarê Mûsil û devern din yên bin destê terorîstên DAÎŞê amade bikin û hevahengî di navbera Hewlêr, Bexda û Hevpeymanan de zêdetir bibe.Li dor lihevkirina Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina nefta Kerkûkê bo derve, serokwezîr got ku, ew lihevhatin di berjewendiya hemû gelên Îraqê de ye û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bedxdayê bedrdewam dibin û NY jî dikare di vî warî de rolek baş bilîze.Alîkariyên Neteweyên Yekgirtî bo koçber û penaberên destê terorê, rewşa siyasî û emnî ya herêmî û çend mijarên din di civînê de hatin gotûbêjn kirin.

Back to top button