Civak

Li Entabê şahiya kurda kirin gola xwînê

Li bajarê Entabê di rewresma dawetekî  de kesek xwekuj xwe teqand û di encam de heta niha 50 kesî jiyana xwe ji dest da û bi hêjmarek zêde birîndar hene.Şevîdin li bajarê Entabê rewresmek ya xwazginiyê hebû. Xwediyê dawetê ji Xesxêr(Perwarî) a navçeya Sêrtê bû. Ji bo zarokê xwe nîşan  bikin şahiyek li darxistin û piraniya kesên ji devera Xesxêr û nas û hevalên wan yê li wê deverê vexwandibûn dawetê.Dema ku dawet bi rêve diçû kesek xwe di nava xelkê de teqand û di encama teqînê de  xeberên ku heta niha gihatine me 50 kesî jiyana xwe ji dest daye û birîndar gelekin.Herweha di nava kuştiyan de jin û zarok hene. Li gora agahdariyan kesên jiyana xwe ji dest dayîn piranî xelkê devera Xesxêr û kes û karên wan e.Wek têzanin Entab bajarek yê bazirganî û pêşketiye. Gelek xelkek ji deverên din ji bo kar diçin Entabê. Xwediyên dawetê jî ji wan kesane.Heta niha tu rêxistinekî berpirsiyarîya vê çalakiyê negirtiye li ser milê xwe. Lê tê gotin ku DAÎŞ li pişt vê bûyerê ye.1708710_6_1471759319soyOp1708710_2_1471759319kr62Y1708710_22_1471759319LTcEW

Back to top button