Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye(PDKT) bûyera terrorist ya li Entabê li dijê gelê me rûdayî bi tundî şermezar dike.Li Entabê şahiyek ya xêlekî hemwelatiyên me ji devera Xesxêr a Sêrtê bû armanca êrîşek terorîstî. Hinek kes yan kesên xwe kuj di nava koma dawetê de xwe teqand.Di encam de 50 bira, xuşk û zarokên me jiyana xwe ji dest da û nêzikî sed kes jî birîndar bûn. Ew zihniyeta terorîst a şahiya bike gola xwînê tawanek herî mezin li dijê mirovatiyê ye.Em wek PDK-T vê bûyera terorîst a diltezîn şermezar dikin. Erkek ya dewletê ye ku mafê jiyana xelkê biparê ze.Em wek kurd di welatê xwe de bê parstinin tu teminata jiyana me tuneye.Teminata jiyana kurdan ewe ku di mafên xwe yên rewa destbêxin.Em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn rehmeta xwedê dixwazin. Bila serê malbat û heval û hogiran sax be. Hêviya şîfayê ji bo birîndara dikin.Em bi hemû awayî şirîkatiya xema gelê xwe dikin. 21.08.2016M.Emin KardaşSerokê GiştîPartiya Demokrata Kurdista aTirkiye(PDKT)
Pêş
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
02/06/2026
Koçber vedigerin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Rapirsînek balkêş..!31/05/2026


