CivakDosya

Bi bidestxistina serxwebûna Kurdistanê Pêşmergeyên şehid xelat bikin

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê serkevtinên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di operasyonên du rojên dawî yên li eniyên Xazir û Guwêr-Mexmûrê de daxuyaniyek belav kir. Mesrûr Barzanî ji ber serkevtina operasyona vê dawiyê, pîrozbayî li Barzanî, Hêzên Pêşmerge, Hêzên Asayişê û Antî-Terorê û pêşmergeyên xwebexş kir. Barzanî herwiha spasiya dezgehên medyayî yên Kurdistanê jî kir û got: “Ez destxweşiyê li peyamnêrên wêrek ên dezgehên ragihandinê dikin ku mil bi milê Hêzên Pêşmerge di pêşveçûnê de bûn û wêneyê qehremaniyên Pêşmergeyan bo gelê me û seranserî cîhanê veguhast, heta xwîna wan jî tevlî xwîna pêşmerge bû û canê xwe qurbanî kirin.” Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de spasiya Hêzên Hevpeymanan jî kir û da xuyakirin, ku piştevaniya esmaniya Hêzên Hevpeymanan rolek bi bandor di serkevtinên Hêzên Pêşmerge de hebû. Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi şehîd û birîndaran pêşmerge di operasyona dawî de jî kir û ragihand: “Vê carê jî komek xortên niştîmanperwer cane xw gorî kirin, bi vê boneyê ez serxweşiyê li kesûkarên serbilind ên şehîdan û cenabê Serok Barzanî dikim û cihê şehîdan biheşta fereh be û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim.” Mesrûr Barzanî tekez jî kir: “Ez hêvî dikim gelê me wan cangorîkirina pêşmergeyên wêrek di rojên zehmet de ji bîr neke û bi bidestxistina serxwebûna Kurdistanê wan xelat bikin.” Roja 14ê Tebax a 2016 Hêzên Pêşmerge bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li eniyên Xazir û Guwêr-Mexmûr dest bi operasyonekê li dijî DAIŞê kir, ku heta îro dom kir. Di encama vê operasyonên de, 12 gund hatin kontrolkirin, 150 km ax ji kontrola DAIŞê hat derxistin û 130 çekdarên wê rêxistinê jî hatin kuştin. Herwiha li gorî agahiyan, di vê operasyonên de 13 pêşmerge jî şehîd bûn, ku 2 ji wan ji Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bûn. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button