Polîtîk

Serokê Kurdistanê 12saliya Kurdistan TVê pîroz kir

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê 12saliya damezrandina Kurdistan TVê pîroz kir:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz: Birêveber û tevahiya karmendên satalayta Kurdistan

Silav û rêz

Bi minasebeta 12saliya damezrandina yekemîn kanala asîmaniya kurdî, satalayta Kurdistan, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we dikim û hêvîdarim herdem di pêşketinê da bin.

Satalayta Kurdistan bi dirêjahiya van 12 salan beşdariyeke çalakane li karwana rojnamegerî û karê medyayê da kiriye û di vî warî de kariye bi pîşeyîyane û rastgoyiyane li gel nûçeyan de reftarê bike û rastiyan bi xelk rabigihîne û bi bernameya armancdar gotara neteweyiya xwe pêşkêşî temaşevanan bike. Ji ber hindê ev rola wê ya di gihandina peyama rasteqîneya rojnamegerî û rewşenbîriyê da cîyê destxweşiyê ye.

Dûbare pîrozbahiya xwe bi we hemûyan radigihînim û hêviya serkeftin û berev pêşveçûneke zêdetir, ji bona raperandina erkê nîştimanî û neteweyî bi baştirîn awayî, hemahengiyeke zêdetir li gel medyayên din bi mebesta bilind ragirtina nav û navûdengiya herêma Kurdistanê  di warên demokrasî û azadiya bîrûra ku armancekî serekiya meye, bo we dixwazim.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
16,01.2011

 

Back to top button