Şerê kurd û ereba li ser budceyê berdewam e
Bloka Grûbên Kurdistanî ragihand ku eger projeyasaya budceya îsal bêyî wergirtina têbiniyên kurda bê pesendkirin ew dê giliya yasayî li Dadgeha Federal ya Iraqê tomar bikin.
Endamê Bloka Grûbên Kurdistanê Ferhad Etrûşî ji AKnewsê re got, “Em wek kurd qebûl nakin projeyasaya budceya sala 2011ê bi vê kêmasiyên xwe ve li parlamentoyê bê pesendkirin, çimkî çendîn bend û madeyên wê projeyê ji bo herêma Kurdistanê arîşe çê dikin.”
Ferhad Etrûşî diyar kir, ew wek kurd daxwaz dikin ku ev projeyasa dîsa vegera civata wezîran û kêmasiyên tê de bên çareserkirin.”
Etrûşî got, “Eger projeyasa wek xwe bimîne, em dê serî li Dadgeha Federal bidin ku mafê me ye. Eger budce bi vî awayî bê pesendkirin para kurdan a ji budceya giştî ya Iraqê (ku nêzîkî 95 trîlyon dînar e) dê bê kêmkirin û bibe ji sedî 11.6ê ku li gor yasayê ji sedî 17ê ye. Yanî bi vî rengî pesendkirina budceyê, dê nêzîkî 4 mîlyar dolar ziyanê bigihîne herêma Kurdistanê.”
Berdevkê resmî yê Hevpeymaniya Kurdistanî ya li parlamentoya Iraqê Mueyed Teîb di vê mijarê de got:
“Eger daxwazên kurdan neyên liberçavgirtin, xwendina yekê ya projeyasaya budceya Iraqê ya 2011ê çi girîngiyeke nû nîne. Niha şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîr Berhem Salih li Bexdayê ye. Tê çaverêkirina pirsa bûdceya bibe mijara sereke ya civîna di navbera şandeya kurd û kardibestên Bexdayê de.”
Weke tê zanîn doh Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanî, weke nîşandan nerazîbûnê, di dema minaqeşekirina bugceya sla 2011ê de ji hola parlamentoyê derketin û civîn boykot kir.