Peyvdarê Fermiyê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî nûçeya hin dezgehên ragihandinê ret dike û nûçeyeka din jî ser rast dikeTêksta rohnkirina Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:Hijmerek dezgehên ragihandinê li Herêma Kurdistanê xuya kirine ku êdî destkariya xişteya mûçe nahê kirin û ev pareyê ku ji mûçeyên karmendan hatiye paşket kirin, bi karmendan nahê dan.Ev nûçeye bi çi awayekê rast niye û her wek berî niha hikûmetê biryar daye, li her dema ku rewşa darayî baş bû, destkariya xişteya mûçe dihê kirin û paşketa mûşeyên karmendan dihê dan. Lê her wek Birêz Serokwezîr li daxuyaniya du rojan berî niha got: Carê rewşa darayî ji bo destkarî kirina mûçe guncaw niye.Dizeyî her wiha derbarê nûçeyeka din ku dibêjin Tirkiye 200 milyon dolar daye Kurdistnê xuya kir: Pitir ji sê heftiyan li her du mehêm Sibat û Adarê hinardina petrola Kurdistanê hatibû rawestandin, lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê 150 milyon dolar ji bo pêdana mûçeyên karmendên xwe ji Tirkiye deyin kiribû (ne 200 milyon), ev pareye wek deyin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye dan.
Pêş
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025