Civak

Hêjmara Pêşmergeyên Roj gihat 10 hezara

Pêşmergeyên Roj (Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê) roj bi roj bi hêztir dibin. Niha hêjmara Pêşmergeyên Roj gihar 10.000 û di demek nêzik ew dikevin axa Kurdistana Rojava û xaka xwe diparêzin.Di rewrimekî de liva Ezizi Weysî behsa rewşa Pêşmergeyên Roj kir û got: “Rahênana leşkerî û tomarkirina navan jibo Pêşmergeyên Roj berdewame û heta niha bêhtir ji 5 hezar Pêşmerge xulên rahênana leşkerî derbas kirine û li ser bêhtirê coreyên çekan rahênan bûne, pêşbînî têkiri ku, hejmara Pêşmergeyên Roj bighê bêhtir ji 10 hezar Pêşmerge.Weysî da xuyakirin ku niha rêxistinek Italî ji bo perwerde û pêşketina Pêşmergeyên Roj dixwaze pişgiriyê bike.Di derbarê rewşa Pêşmergeyên Roj de weysî got: Derbarê erkê Pêşmergeyên Rojava got: “Ew mil bi mile PÊşmergeyên Zêrevanî li bereyên şer lidijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê şer dikin, yek ji mezintirîn destanên ku ew têde beşdarbûn operasyona bereya Xazir bû, ew Pêşmergeyên di nav hêza Pêşmergeyên Roj de hemû kurdên Kurdistana Rojava ne û ji herdu regezan jî pêktên.”Hêza Pêşmergeyên Roj roja 12.03.2012 hate damezirandin ji Kurdên Rojava pêktê û herdu regezên mê û nêr lixwe digre, li du kampên rahênanê li Zaxo ş Şêxan rahênana xwe ya leşkerî dikin û heta niha 11 xulên rahênanê qedandine

Back to top button