CîhanPolîtîk

Piştevaniya Fransa di warê siyasî de jî heye

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê  Kurdistanê pêşwaziya Andre Vallini Wezîrê Fransa ji bo Perepêdana Navdewletî û şandeka dîplomasiya pê re kir.Vallini kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê û egîdî ya pêşmergehên Kurdistanê li şerê dijî terorê û parastina pêkhatiyên Gelê Kurdistanê ji destê terorê xuya kir û piştîvaniya welatê xwe jî bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge li şerê dijî terorê nîşanda. Her wiha spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku zêdebarê kirza darayî, pêşwaziya gelek koçber û penaberên destê terorê kirine û xizmetên pêwîst ji wan re pêşkêş kirine.Wezîrê Fransa piştîvaniya welatê xwe li warê siyasî û abûrî ji bo Herêma Kurdistanê nîşanda û amaje bi vê yekê da lêkolînê li ser vê yekê dikin ku çawan alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ji bo çareser kirina kirîza darayî, her wiha pêdagirî li ser bihêzkirina têkiliyên dîrokî navbera Fransa û Herêma Kurdistanê kir.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê û welatê Fransa kir ji bona alîkarî yên mirovî û leşkerî ku pêşkêşê Herêma Kurdistanê dike û sersaxiya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kes û karên qurbaniyên kiryara terorîstî a bajarê Nice nîşanda. Her wiha kurtiyek derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û kirîza darayî û sedemên wî ji şandeya mêvan xiste berçav û hêvî xwest Fransa wek welatekê xwedî ezmûn alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ji bo çareser kirina kirîza darayî.Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku cihê kêfxweşiyê ye Pêşmerge li cihê hemû cîhanê şerê hovanetirîn girûpa terorîstiya cîhanê dike û eva ku ji destê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistan hatiye, ji bo vehevandina koçber û penaberên destê terorê xemsarî nekirine. Lê ev rewşe ji dervey şiyanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lewma Herêmê pêwîstî bi alîkariyên zêdetir yên civaka navdewletî heye ku bikare bi awayekê baştir xizmeta koçber û penaberan bike.Serokwezîr amaje bi serdana Francois Hollande ji bo Herêma Kurdistanê li Meha Îlona 2014 kir, ku di demekê de serdana Herêma Kurdistanê kir, terorîstên DAIŞê êrişên xwe ji bo ser deverên Herêma Kurdistanê destpê kiribûn, ev serdan amajeyeka giring bû ku Fransa li şerê dijî terorê bi timamî piştîvaniya Herêma Kurdistanê dike. Ji bilî vê yekê ku li civîna G7, Frasna roleka giring hebû ji bona  misoger kirina alîkariyên abûrî ji bo Herêma Kurdistanê li çarçoveya deynên ku bi Îraqê dihên dan.Li dawiyê jî her du aliyan behsa operasiyona rizgarkirina bajarê Musilê û demên piştî nemana DAIŞê û pirsên siyasî û emniyên Îraqê û Herêma Kurdistanê û hin babetên din kirin û her wiha pêdagirî li ser pitir bihêzkirina têkiliyên du alî kirin. 

Back to top button