Konseya Ewlehiya Tirkiye di serokatiya Erdogande biryara ragihandina Rewşa Awarte ji bo mideta 3 da û demokrasî van 3 mehande radiwest Piştî hewldana darbeya leşkerî doh Konseya Ewlehiya Netewî ya Tirkiye cara yekem civîna xwe li darxist.Di civînê de li ser hewldana 15ê Temuzê hate sekinandin û sedemên vê yekê hate gotubêj kirin. Herweha piştî civînê di serokatiya Erdogan de civîna hukumetê hate çêkirin.Piştî herdu civîna daxuyani hate dayîn ku dê Erdogan encama van civînan bi konferansek çapameniyî ji xelkê re eşkere bike.Şevîdin Erdogan behsa encama van herdu civîna kir. Erdogan nirxe.andinek kin li ser naveroka hewldana darbeya leşkerî kir û giranî behsa Rêxistina Fethulah Gulen kir. Da xuyakirin ku ew di hemû dezgehên dewletê û museseseyên heyî de van kesan pakij bikin.Herweha Erdogan da xuyakirin ku ew ji bo 3 mehan Rewşa Awarte li tevahiya Tirkiye radigihînin.Rewşa Awarte dema hukumetên ji berî Erdogan de jî li hinek bajarên Kurdistanê hebû. Hukumeta AKPê ev Rewşa Awarte rakir. Lê niha cardin Kurdistan jî di nav de li Tirkiye hemûyê hate ragihandin.Rewşa Awar te, mafê mirova ji holê radike û hemû desthilatiyê dide Wali, polis û leşkera. Bi awayek din di vê demê de demokrasiya heyî radiwestê.
Pêş
05/06/2026
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
Balkêş e ?
Close
-
Trum Tê Tirkiye03/06/2026


