Li Kobanê Asayişa Rojava gule bi ser ciwanekî 16 salî de barandin, di encamê de wî ciwanî canê xwe jidest da. Peyamnêrê K24ê li Kobanê ragihand ku, dema asayişa Kobanê dûvçûna kesekî diz bi navê Abko Mihiyedîn Qewas (16 salî) li taxa Ereban ya Kobanê dikirin, endamekî asayişê gule bi ser wî de berda, di encamê de ew ciwanê 16 salî canê xwe jidest da.Li gor bînerên bûyerê yên taxa Ereben ku, Abko ji ber asayişê reviya ye, lê endamekî asayişê yê temen 50 salî gule lê barand, ku guleyek li serê Abko ketiye û di encamê de ew ciwanê 16 salî tê kuştin.herwihapeyamnêrê K24ê ragihand jî, ku Wezîrê Desteya Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen serdana malbata wî ciwanî kir û ji wan re gotiye ku, ewê vê bûyerê ji nêzîk ve bişopîninHeriwha tê çaverêkirin ku, sibe asayişa Kobanê konfranseke rojnamevanî derbarê vê bûyerê de lidar bixe.
Pêş
05/06/2026
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
Balkêş e ?
Close


