Em Êrişa li Weşanxaneya Avestayê Nelet DikinSedemek bingehîn a pirsgirêkên me, nezanî ye. Ji ber ku bi sedsalan e welatê me di bin dagirkeriyê de ye, pergala me ya perwerdehiyê tuneye û em ji çerxa perwerdehiya dijminên xwe derbas dibin; şert û mercên xwendin û xwe pêşxistinê ji bo me gelek zehmettir dibe.Di van şert û mercên zehmet de hebûna weşanxaneyên ku li ser dîroka me, çanda me û bi zimanê me pirtûkan diweşînin, ji bo ji holêrakirina nezaniyê derfetek e û kareke giranbuha ye. Weşanxaneya Avesta, di vî warî de bi berhemên xwe xizmeteke mezin dike.Em êrişa li ser Weşanxanrya Avestayê nelet dikin.Kî dibe bila bibe, kesên ku êrişî weşanxaneyekê ku bi berhemên xwe xizmetî miletê kurd dike bike dijminê miletê kurd e.Em careke din êrişkaran nelet dikin û xemgîniya xwe tînin ziman.Tevgera Ciwanên Kurdistanê11.06.2016
Pêş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
Têkildar
Balkêş e ?
Close