Dosya

Xelîl: PKK li pêşiya avakirina Şingalê asteng e

Qaymeqamê bajarê Şingalê di daxuyaniyeke xwe de dibêje ku, ji tirsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xelkê deverê nikare vegere ser mal û mile xwe û PKK astengiyan ji xelkê re çêdike û rê nade xelk vegere û warên xwe ava bike.Mehma Xelîl qaymeqamê Şingalê di daxuyaniyekê de ji malpera kdp.info re dibêje: PKK li herêma me hêzeke neqanûnî ye û li gor yasaya navdewletî wê serweriya axa Îraqê bin pê kiriye û bi her wawyî be divê ew ji devera Şingalê derkeve û bi taybetî avahiyên saziyên hikûmetê vala bike daku saziyên fermiyên hikûmetê bikaribin karên xwe yên îdarî birêve bibin.Xelîl dibêje: Nameya me jib o hemû cîhan, dadgeh û hemû xelkî eve ku, em bi tu awayî rê nadin PKK bi vî awayî li dijî kurdên êzidî tevbigere û yasaya UNAMÎ jî rê ji van kiryarên PKKê re nade û pêwîste deverên hatîne azadkirina bên parastin da xelk wan deveran vegere ser mal û milkê xwe.Qaymeqamê Şingalê dibêje ku, divê PKK bê problem ji devera Şingalê derkeve jiber ku êdî xelkê Şingalê xweferizkirina wê qebûl nake.Li gor wî berprisê devera Şingalê, PKK li pêşiya bijênosîdanaskirina dosyeya êzidiyan û avakirina deverê asteng e.Weke tê zanîn heftiya çûyî civata wîlayeta Mûsilê di civîna xwe de biyar de ku PKK ji devra Şingalê derkeve û hebûna wanly wê deverê neqanûnî ye.

Back to top button