Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi minasebeta hatina Remezanê belav kir, Barzanî pîrozbahiya Remazanê li hemû mislmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir. Herwiha daxwaz kiri ku ev meha pîeroz bibe meha lêborîn, aşitî û aramiyê ku ew cewhera ola Isalmê ne. Deqê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî: Bi navê xwedayê mezin û dilovan(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)- Sadaq allah al azîm-Bi helkefta hatina heyva Ramazana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.Hêvîdarim hatina meha pir bereket û rehmeta remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundrewî û derbasbûna Kurdistan û Iraq û navçeyê ji nexweşî û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.Bila meha pîroza remezanê bikîn derfetek ji bo hevkarî û aştî û lêborîniyê ku peyama serekî ola pîroza îslame.Mesûd Barzanî29 ê Şe’ban 1437 koçî05.06.2016
Pêş
23/07/2026
Deriyê Navbera Nisêbîn û Qamişlo destpêka sala 2027ê tê vekirin..!
23/07/2026
Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.
Balkêş e ?
Close
-
Li Kermanşahê erhejek bi hêz..!20/07/2026


