CîhanPolîtîk

Referandum bi fermî ji Bexdayê re hatiye ragihandin

Li gora nûçeyek ya BasNewsê şandeya berî naha serdana Bexdayê kiribû bi awayeke fermî ragehandiye ku wê referandomê pêkbînin. Parlamenterek jî dibêje, pêkanîna referandomê tê wateya Amerîka û welatên mezin bi awayeke pêşvext razîbûna xwe nîşandane. Parlamentera Kurd li parlamentoya Iraqê Dr. Eşwaq Caf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şandeya berî naha serdana Bexdayê kir bi awayeke fermî ji hikûmeta federal a Iraqê re ragehand, ku wê Herêma Kurdistanê referandomê pêkbîne û li gor me ya baş ev bi awayeke aştiyane pêkbê.’’ Herwaha diyar kir, egerê hatina şandeke nû ya Kurdistanê bo Bexdayê pêkbê, yan civîn li gel şandên Bexdayê li Hewlêrê pêkbên bi piştrastî dibêjim wê behsa vê pirsê bê kirin. Derbarê nêrînên siyasetmedarên Iraqê yên li ser referandoma Kurdistanê de jî diyar kir, Nûrî Malikî li du vîlayetande serokwezîr bû, dixwast nêrîna ku ne referandom, federaliyet jî xiyanete û dibe sedemê dabeşbûna Iraqê, ji ber vê tu parlamenterek bi awayeke aşkera nikare daxuyaniyekê di berjewendiya vê mijarê de bibe.’’ Herwaha got: ‘’Lê dema em li gel wan diaxivin parlamenterên Şîe ji me re dibêjin hûn li benda çi ne? çima xwe cuda nakin rewşa herî baş naha ye.’’ Derbarê nêrînên Amerîka û welatên mezin de jî, got: ‘’Ew nikarin dijî xastekên gelê kurd rawestin. Ji ber ku ew bixwe berevaniya mafê çare nivîsa xwe dikin.’’ Dr. Eşwaq Caf got, pêkanîna referandomê bi xwe wateya nîşandana razîbûna Amerîka û temamê welatên mezin û yên bi bandor in. herwaha serokê Herêma Kurdistanê çend sale li ser kar dike, ku referandomê bi awayeke aştiyane pêkbîne. 

Back to top button