Li gora nûçeya Rûdawê radyoya Arta FM li amudê hatiye şewitandin.Nûçeyê de tê gotin ku;Avahiya radyoya ARTA FM li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê agir pê ket û şewitî.Li gorî zanyariyan, ti ziyanên canî nebûn, lê tevahiya alavên nava wê avayê şewtîn û têk çûn.Doh bi şev, avahiya sereke ya radyoya ARTA FM li bajarê Amûdê ket ber şewata agirekî û di encamê de tevahiya alav û kelûpelên nav wê avahiyê şewitîn û ti ziyanên canî peyda çê nebûn.Rêveberiya ARTA FM li ser rûpela xwe ya fermî belav kiriye ku hêzeke çekdar a ser bi Rêveberiya Xweser, baregeha radyoya wan şewitandine, lê heta niha ti daxuyaniyên fermî ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ve dernektiye, bi taybetî ku baregeha serekî ya encûmena cîbicîkar a rêveberiya Kantona Cezîrê li nav bajarê Amûdê ye.ARTA FM destûra xwe ya kar ji Rêveberiya Xweser wergirtiye, lewma heta niha sedemên şewata avahiya vê radyoyê diyar nebûne û nehatine eşkerekirin.
Pêş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
Têkildar
Balkêş e ?
Close