Ofîsa Berdevkê Fermî yê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê dibêje, kampanyaya Enfalan ku bû sedema kuştina bi hezaran mêr û jin û zarokên Iraqê û birîndarkirina çend hezarên din, Amerîka wê karesata bibîr tîne.Di daxuyaniyekê de ku kopiyek gihîştiye destê Malpera KDP.info, Balyozxaneya Amerîka dibêje:” Îro em bi xemekî mezin roja Enfalê bibîr tînin ku Sedam Husên di heqê kurdên Iraqê de û Asurî û Şebek û Êzdî û Sayîbey Mendayî û kêm neteweyên din de pêk anî.Karesata Enfalê bû sedema kuştin abi hezaran mêr û jin û zarokên Iraqê û birîndarkirin û kêmendambûna çendîn hezarên din.Amerîka we piştrast dike ku ew ligel aliyên din ên Iraqê û hemû cîhanê vê karesatê bibîr tînin û pêbendiya xwe jî dûpat dikin bo rawestandina ligel iraqiyan tevî yên li Herêma Kurdistanê ne jî, ku niha kar dikin bo têkbirina DAIŞê.”
Pêş
24/07/2026
Yekem care di dîroka Yemenê de! Jinek wekî Wezîra Karên Derve hate tayînkirin.
24/07/2026
Şerê di navbera DYA û Îranê de gihîştiye astek nû
Têkildar
Balkêş e ?
Close


