Hevpeyvîn

Şêx Şamo: YBŞ dixwaze Şingalê teslîmî Bexdayê bike

Berpirsekê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) dibêje ku kêza wan ya çekdar ser bi Îraqê ve ye, beşek ji arteşa Îraqê ye û fermanên xwe j Bexdayê werdigire.Endamekê parlamentoya Kurdistanê jî bersiva vê daxuyaniya berpirsê YPŞê dide û dibêje: YPŞ bi kiryarên xwe wisa dike nirov bi kurdbûna wan bi guman be. YPŞ ji bo xatirê pere û hin destketiyan dixwaze gel û axa Kurdistanê teslîmî Bexdayê bike. Dixuyê ecendayeke herêmî, ji Bexdayê mezintir, li pişt kiryarên YPŞê ye, ew ji bo berjewendiyên êzidiyan kar nake, lê ew ji bo cîbicîkirina pîlanên xwe li Şingalê dixebite.Şêx Şamo parlamenterê kurdê êzidî li perlamentoya Kurdistanê ji malpera kdp.inf re dibêje: YBŞ ser bi siyaseta PKKê ve ye û pilanên Heşda Şebî (hêza çekdara Şîeyan) li Şingalê cîbicî dike. Ew li gor siyaseta Bexdayê tevdigerin û ew biyanîne hatine Şingalê û çend xurtên êzidiyî jî bi pere kirîne û bi navê Şingalê dipeyvin.Şêx Şamo dibêje ku, Yekîneyên berxwedana Şingalê xwe ji qalibê xwe mezintir dibîne. Bexdayê bi dirêjahiya dîrokê gelek zilim û zordarî li Şingalê kiriye û niha YBŞ dixwaze careke din Şingalê teslîmî Bexdayê bike.Ew endamê parlamentoya Kurdisytanê diyar dike ku, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê hêzeke pêşmerge ya 8 hezar kesî ji xelkê Şingalê avakiriye û ew hêz Şingalê û devera wê diparêze û Şingalê pêwîstî bi tu hêzên biyanî nine.

Back to top button