Civak

Ramanên xwe bi kirasê KURDAYETÎ yê bixemilînin.

”Êdî tahammula miletê kurd nemaye di bin destên van hukumet û dewletên zalim de bijîn, hingî miletê kurd zulm û zordarî ditiye dibêjin ”An Kurdistan An Neman” jiber ku mirin gelek xweştire ji jîyanek bindestî.”Mela Mistefa BarzanîBabê netewa kurd Mela Mistefa Barzanî, di bin hemû zor û zahmetiyan de di jîyana xwede yek roj tenê jî dev ji doza rizgariya netewa kurd berneda, herdem tekoşîn dikir û wiha digot ”Di şikestinan de bêhêvî nebin, di serkeftinan de serxwe ve neçin.”Îro salvegera koça dawiya babê netewa kurd Barzaniyê Nemire, bi vê minasebetê ciwan/lawên her çar perçeyên Kurdistanê careke din divê Barzaniyê Nemir bi bîrbinin…Di vê qonaxa nazik ku miletê kurd têde derbas dibe wê bîraninên tekoşîna Barzanî gelek tiştan ji mirov re bêje…Barzaniyê Nemir û hevalên wî dîrokek pakij, dozek muqeddes, deskeftiyên hêja û rêbazek pîroz bo me hiştin, îro erka her ciwan/lawên kurde ku li van pîroziyan xwedî derkeve û xwe xwediyê dozê bibîne…Ev yek jî tenê bi bilind kirina ala Kurdistanê û tekoşîn kirina bo serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê dibê, ciwanên Kurdistanê divê ji xeynî serxwebûna Kurdistanê jibo tu armancekî din enerjiya xwe xerç nekin, divê kirasên îdeolojîk ku xelk dixwqazin di bin navê ”çepitî/biratiya gelan/biratiya ometê” ku armanca wanî esasî rê li ber girtina dewletbûna Kurdistanêye li xwe nekin, fikr û ramanên xwe bi kirasê KURDAYETÎyê bixemilînin.Bi vê minasebetê carekedin Barzaniyê Nemir û hemû heval û hogirên wî û şehîdên Kurdistanê bi bîrtinim, bejna xwe li beramberî bîranînên tekoşîna wan ditewînim û bi hemû baweriya xwe dibêjim ku, ”Rêbaza kurdan bigêhîjine azadiyê rêzaba pîroz a Barzaniyê Nemire.” serhat_891582610 Serhat Karaboğa

Balkêş e ?
Close
Back to top button