Serok Barzanî dest bi reforman kir
Roja sêşem 01.03.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta raguhertin û şêwirîna li ser bi cîhkirina biryar û danîna mekanîzmek di derbarê proseya çaksaziyê, li gel Encûmena Dadwerî û Desteya Destpakî û Dadwerên Lêkolîna Destpakiya hemû bajar û bajarokên Kurdistanê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê civiya.Li vê kombûnê da Serok Barzanî li gotarek da behsa pêwîstiya çaksazî û rûbirûbûna gendelî û her wiha metirsiyên geşbûna gendelî û bi hederdana samanê giştî li ser aramî û paşaroja welat kir û piştevaniya xwe ya tevahî jî ji bo Dadweran û Endamên Desteya Destpakî û Dîwana Çavdêriya Darayî ragihand û tekez jî li wê yekê kir ku erkê rûbirûbûna gendelî û destpêkirina çaksaziyê erkêkî nîştîmaniya pîroze û eve daxwaza hemû xelkê Kurdistanê ye û palpiştiya wê dikin. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku li vê proseyê da nabê tu alî û kesek, li her pile û paye û pêgehek da bê bê îstîsna kirin û parêzbendî li lêpirsînê hebê û ji bo vê mebestê jî hemû şiyaneke xwe dixe holê bo ku Desthilata Dadwerî û Desteya Çavdêriya Kurdistanê bikarin bi baştirîn awayî proseya çaksaziyê bi cîh bikin. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî eve jî xisterû ku ev welat dikarê serbilind bê ku dadperwerî têda berqerar bê û Desthilata Dadwerî jî bi hêz û parêzerê serweriya yasa bê. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku hîç kesek li çarenûs û îradeya gel ne bilindtire û gel jî dadperwerî û çaksaziyê dixwaze û çarenûsa me jî bi serkeftina çaksaziyê ve girêdayiye. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Dadwer û Dezgeh û Desteyên Çavdêriyên Herêma Kurdistanê bi hemahengî li gel Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hikûmetê cîh bi cîh karê proseya çaksaziyê dibin û ragihand ji bo serxistina proseyê palpiştiyeke tevahî li wan dike û li gel wan dibê û şexsê xwe li beranber her kesek radiwestê ku astengî ji bo proseya çaksaziyê dirust bike yan jî biryarên wê bi cîh neke.Li beranber da Desthilata Dadwerî û Dezgehên Çavdêrî û Dadwerên Desteya Destpakî yên hemû bajar û bajarokên Kurdistanê soza wê yekê dan ku Pêşmergeyê yasa û cih bi cîhkarê proseya çaksazî û biryarên çaksaziya Serok dibin û her çi li şiyana wan daye kêmasiyê ji bo serxistina çaksaziyê nekin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku palpişt û piştevanê wan bê.Beşdarbûyên civînê behsa wan berbestên li ber bi cîhkirina proseya çaksaziyê kirin û Serok Barzanî ji wan astengiyan agahdar kirin ku li ber erk û karên wan da hene û daxwaza karhêsanî û hemahengiyeke tevahiya aliyên peywendîdar kir. Her wiha bi sûdwergirtina ji ezmûnên derbasbûyî yên çaksaziyê, çendîn pêşniyar û hengavên kirdarî ji bo bi cîhkirina proseya çaksaziyê xisterû û her li civînê de jî biryarên pêwîst di derbarê hengavên bi cîhkirina biryarên çaksaziyê û têbînî û pêşniyaran hate dayîn.Li dawiya kombûnê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên Kurdistan û Iraq û navçeyê û behsa paşaroja Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê kir.