Bûka Saddamê li Stenbolê mir
Bûka diktatora berê ya Iraqê Sedam Huseyin Sevim Torun (52) li bajarê Stenbolê di nexweşxaneyekî de jiyana xwe ji dest da.
Bûka Saddamê Sevîm Torun di sala 1982’an de di pêşbirkekî ciwantiyê de weka ‘’Melikeya Bexdayê’’ hatîbû binavkirin. Torun digel Udayê re bi dawetek hişmet zewicîbûn. Û bûbû buka Qesrê Saddamê.
Torun piştî 8 mehan ji ber zilm û zordariya Udayê ji qesra Saddamê reviya û çûye Stenbolê. Torun ji sala 2002’an û vir ve li Stenbolê jiyana xwe derbas dikir.
Sevîm Torun hemî buyerên ku ji serê wê bihuriye di kitaba ‘’Buka Saddamê’’ de nivîsand di heman kitabê de Torun îdia dikir ku gelek xizm û hevalên wê ji aliyê Udayê ve hatine kuştin.
Sevîm Torun ji sala 2002’yan û vir ve li Stenbolê jiber pirsgirêkên nexweşiyê di nexweşxeneykî de tedavî dîdit. Torun doh şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.