Cizîr û Gever bi awayekî fermî dibin bajar (Wilayet)

Hikûmata Tirkiye dixwaze navçeyên Gever û Cizîrê bikin bajêr. Tê gotin ku amadekarî ji bo bajarbûna her du navçe di asta dawiyê de ye.
Hikumata Tirk ji ber pêşîgirtina çalakiyên kolanan, dixwaze her du navçe jî bibe bajêr. Di pêvajoya dawiyê de li her du navçeyê xwepêşandanên cur be cur diqewime.
Hate zanîn ku Wezareta Navxweyî ya Tirk bi vê armancê amadekariyên qanûnî jî qedandin.
Wezareta Nevxweyî ya Tirk jî li benda destûrnameya Recep Tayyîp Erdoganêye. Piştî destûrnameyê ji bo verastkirina mijarê, Lijneya Wezaretên Tirk jî civînek li dar bixin û digel encamê civînê, her du navçe jî bên statuya bajarê.
Hate diyar kirin ku piştî talîmata Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Beşir Atalay, Gerînendeyê Giştî ya Rêveberiya Bajêran jî, bingeha bajarbûna her du navçeyên Cizîr û Geverê qedand.