Polîtîk

Talabanî: Ev ne dema şerê çekdariye

Serokkomarê Iraq a federel Celal Talabanî li gel şandeyek bilind serdana Tirkiye kir. Talabanî ji bo tevlî civîna 11-ê ya dezgeha hevkariya Abori bibe li Tirkiye ye.

Talabanî îro civînek li gel Ahmet Turk û Aysel Tugluk pêkanî. Herweha di derbarê rojeva siyasî de bersiva pirsên rojnemavanan da û û dîtinên xwe gotin.
Li gora Talabanî vêca demê tekoşîna çekdarç xilas bûye.

Di vê derbarê de Talabanî got: Min ji berî niha jî dîtina xwe gotiye. Niha ne dema şerê çekdariye. Dema şer xilas bûye niha dema siyasetê ye. Ji bo vê jî ez dibêjim bila yên li serê çîya ji dev çekên xwe berdin. Dema agirbest ragihandin pirsa xwe ji min kirin. Min jî got ku, we baş kiriye. Dema me ne dema Che Guevera û Ho Şi Min e. Karanina çekan zererê dide kesên ku mirov ji bo wan ditekoşe. Wê Tirkiye ber bi aramî û aşitiyê ve herê. Em pişgiriya siyaseta hukumeta Tirkiye dikin.

Back to top button