Partıya Soslayalista Kurdistanê di derbarê qedexekirina Rûdawê li “Kobanê“ daxûyaniyek ragihand û dibêje:Qedexe kirina kar û xebata Rudawê binpê kirina azadiya bîr û bawer e, binpê kirina azadiya çapemenî û ragîhandin e. Daxûyaniya PSKê: Bi gor ragihandina Rudawê, “Kantona Kobanî” jî kar kirina Tora Medyayê Rudawê qedexe kiriye. Berê “Kantona Kobanî”, “Kantona Cîzîrê” jî kar kirina Rudawê qedexe kiribûn, karmendên Rudawê ketibûn ber êrîşa PKK-PYD. Karmendên “Asayişa PYD” zilm û teda li pêyamner û kameramanên Rudawê kirin, wan girtin. PKK û hevalbêndên wê ne tenê di Kurdistana Rojava, Bakur û Başurê kurdistanê jî gelek caran êrîş kirine li ser karmendên Rudawê, nehiştine karê xwe bikin û gelek caran jî ambargo danîne li ser Rudawê. Ku, gava Kobanî ketibû ber êrîşa DAÎŞê, Rudawê bibû dengê berxwedana Kobanî û rewşa Kobanî digihande bîrûrayê cihanê. Qedexe kirina kar û xebata Rudawê binpê kirina azadiya bîr û bawer e, binpê kirina azadiya çapemenî û ragîhandin e, ku dagirkerên Kurdistanê her tim vê yêkê dikirin û dikin. Em banga bi rêvabirên “Kantonan”, PKK-PYD dikin, ku wekî dagirkerên Kurdistanê pêşiya xebata medyayê azad negrin, ji ber ku pêpes kirina maffên mîrov û azadiyan xizmeta doza gelê Kurd nake. 26 Sibat 2016PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Pêş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
Têkildar
Balkêş e ?
Close