Civak

Li ser sinorê Kurdistana Bakur û Rojava şer derket

Li ser sinorê Rojavayê Kurdistanê û Bakur di navbera çekdarên PKKê û artêşa Tirk de şer derket.Di encama vî şerî de efserek hate kuştin û 2 efser jî birîndar bûn.Li gora agahdariyên medya Tirkî grubek 10 kesî ji çekdarên PKKê xwestin derbasê Bakur bibin. Di nav vî gruba çekdar û arteşa Tirk de şer derket.Tê zanîn ku eve demeke li Bakurê Kurdistanê di nava hinek navçeyan de di navbera çekdarên PKKê û hêzên ewlehiya Tirk de şer heye. Lê ev demeke kî ji Kurdistana Rojava çekdar hewldidin derbasî bakur bibin.herweha dema şer bikeve li ser sinorê Rojava û Bakur dê bandora xwe li rewşa siyasî ya herêmê bi xwe bike.Tirkiye vê ji bo vê yekê dibêje tu ferq navbera PKKê û YPGê de tuneye û YPG çenkê PKKê ye.

Back to top button