Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Toristin Şîver cîgirê serokê fraksiyona Partiya Sosyaldemokrat li parlamentoya Almaniyayê û şandeya pê re kir.Di hevdîtinekê de, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û armanca serdana xwe ya ji bo herêma Kurdistanê eşkre kir û tekîd kir ku ew di warê leşkerî, mirovî, aborî û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de piştevaniya herêma Kurdistanê dikin. Şîver behsa rola fraksyona partiya xwe, Sosyaldemokrat, li parlamentoya Almaniyayê di warê hinartina alîkariyên leşkerî ji bo pêşmergeyên li bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞ kir.Nêçîrvan Barzanî şadbûna xwe li hember serdana şandeya Almaniyayê bo herêma Kurdistanê diyar kir û sipasiya gel, hikûmet û parlamentoya Almaniyayê kir ku di warê leşkerî, mirovî û çareserkirina pêşmergeyên birîndar û qurbaniyên destê terorê ji hemû pêkhateyan, bi taybetî kurdên êzidî û nasandina karesata kurdên êzidî bi jênosîda de alîkariya herêma Kurdistanê dikin.Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa herêma Kurdistanê û hokarên serhildana kirîza êkonomî kir û got ku, ji bona derbasbûn ji wê kirîza herêma Kurdistanê tê de ye hikûmeta herêma Kurdistanê bernameyekî çaksaziyê destpêkieiye û di vî warî de hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkariya navdewletî, bi taybetî pêwîstî alîkariyên di warê şarezayî û pisporiyê de heye.Barzanî behsa rewşa siyasîya herêma Kurdistanê kir û got ku, komîteyeke taybet ji bona normalkirina karê parlamento û hikûmetê ji aliyê aliyên siyasîyên herêma Kurdistanê ve hatiye pêkanîn bi hêviya ku, tevaya pisgirêkên navxweyî çareser bikin û kodengiyek çê bibe.