Pişî biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hewl û têkoşîna Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa (YE) û piştgirya rasterast a Girûpa Dostên Kurdistanê li YE, biryarekî dîrokî ji aliyê parlemena YE ve bi dengê hemû kutleyan, biryara jimre RC-B8-0149\2016 hate sitendin û têde pirsa kareseta Kurdên Êzidî û Xiristiyanan wek Cînosayd dane nasîn. Nûnerê Hikûmeta Herêm aKurdistanê li YE dr. Dilawer Ajgeyî derbarê girîngiya vê biryarê got: “Ev biryara parlemena Ewrûpa serkeftinekî din bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.” û bi vê boneyê pîrozbahî arasteyî hemû xelkê Kurdistanê kiriye û destxweşî lihemû hevalên hevkar kiriye. Piştî êrîşên DAIŞê bo ser parêzgeha Nînewa û piştre bo ser bajarokê Şingalê. Çekdarên DAIŞê bi hezaran welatiyên Kurdên Êzidî û Xiristyan revandin û bi hezaran ew şehîd kirin û heta niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî û Xiristyan, di nav wan de jin û zarok û temen mezin bi dîlî di bi destê çekdarên DAIŞê de ne û bi tundî û şêweyekî hovane têkilî ligel wan tê kirin.Basnews
Pêş
23/07/2026
Deriyê Navbera Nisêbîn û Qamişlo destpêka sala 2027ê tê vekirin..!
23/07/2026
Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
DYA bi tundî êrîşê Îranê dike..!22/07/2026


