Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hêmin Hewramî dibêje, kurd naxwazin beşek bin ji Iraqeke şikestî, lewma daxwaza referandûmê dikin bo diyarkirina çarenivîsa xwe û dixwazin bibin aliyekî bi bandor li navçeyê.Zanîngeha Conz Hopkînzî ya Washingtonê semînarek ji Hêmin Hewramî Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê saz kir û di wê semînarê de hejmarek mezin ji akademîsyon û pisporên lêkolînan ên Amerîka amade bûn.Hêmin Hewramî di destpêka axaftina xwe de, bi kurtî behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê da ku Herêma Kurdistanê dixwaze bibe aliyekî bi bandor li navçeyê û êdî naxwaze li derveyî îradeya wê ti biryar li ser bên ferizkirin, herwiha naxwaze êdî bikeve bin bandora xerab a dewletên şikestî yên navçeyê.Hewramî behsa nêrîn û stratîjiya Herêma Kurdistanê bo pirsa terorê û DAIŞê kir û got: “DAIŞ nexweşiyeke kûr e û yek ji sedemên derketina DAIŞê siyasetên Nûrî Malikî bûn ku guh neda hişyariyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku di destpêka 2014ê de ew agahdar kir ji serhildana metirsiyên DAIŞê.”Hêmin Hewramî di semînara xwe de wiha domand: “Dema Serok Barzanî di Parlamentoya Kurdistanê de behsa referandûmê kir, DAIŞ dest bi êrişê kir li ser Kurdistanê, lê di dema borî de Hêzên Pêşmerge karîn 27 hezar km çargoşe ji bin destê DAIŞê rizgar bikin.”Herwiha derbarê operasyona girtina Mûsilê jî, Hewramî wiha got: “Em dixwazin ew operasyon pêk were, lê mixabin Hikûmeta Iraqê jê re neamade ye û dibe ku paşa bikeve.”