Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê encamên kampaniyeya komkirina îmzeyan ragihand.Nûnertiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê, îro di konferanseke rojnamevanî de encamên kampaniyeya komkirina îmzeyan ragehandin û eşkere kir ku, wan kariye 141 hezar û 623 îmzeyan kom bikin.Nûnertiya ENKSê diyar kir jî, ku ji ber kêmbûna dema kampaniyeyê, wan nikarîbûn biçin nava Pêşmergeyên Rojava di çeperên şer de bo komkirina îmzeyên wan.Li gor ku Nûnertiya ENKSê daye zanîn, ew dê îmzeyên kombûne bigihînin nêzîktirîn navendên ser bi Netewên Yekbûyî ve.ENKSê ji bo ku pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê di civîna Cenevê de bibe xaleke sereke ya gotûbêjan, dest bi komkirina îmzeyan li hundir û derve kir.Biryar e jî, sibe nîvro Serokê ENKSê, li bajarê Qamişlo encamên dawî yên hemû îmzeyan rabigehîne.
Pêş
26/10/2026
Dadgeha Fedral daxwaza hilweşandina Parlamentoya Kurdistanê red kir
26/10/2026
Trump di hilbijartinên Îsraîl de pişgiriya Netenyahu dike..
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
PDK ji bo vekirina parlementoyê amade ye25/10/2026


