CîhanPolîtîk

Ji bo sinorê Kurdistanê û Iraqê xendeq tên kolandin

Bi çavdêriya tîmeke Fransî, Amerîkî û Brîtanî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi xendekan sînorê nexşeya Kurdistanê yên cudabûna ji Îraqê xêz dikin.Piştî rizgarkirina deverên Kurdistanî yên jêr destê DAIŞê, hêzên pêşmerge bi serpereştiya tîmeke Fransa, Brîtanya û Amerîka ji bo cudakirina sînorê Kurdistanê ji Îraqê dest bi vedana xendekan kirin.Li gor pêzanînên malpera Xed Press ku ji berpirsên wezareta pêşmerge û tîmên pispor wergirtine, vedana xendekan berî salekê destpê kiriye ku dema Kurdistan Serxwebûnê ragihîne wê ev xendek bibe sînorê siruştî yê Kurdistanê.Li gor zanyariyan biryar hatiye standin ku kolana xendeka sînorê Kurdistanê heta meha Gulan a îsal bi dawî bibe û piştre jî bi referandûma cudabûna Kurdistanê re wê sînorê Kurdistanê bi vê xeta xendekan were diyar kirin.Hate ragihandin tîma Amerîkî, Faransî û Brîtanî ku  ji endezyar û pisporên cografyayê pêk tê niha jî amadekariyê dike xendek ji Xaneqînê heta Şingalê werin kolandin.

Back to top button