Polîtîk
Daxûyaniyek ji Tevgerê
DAXUYANIYA ZARÛRÎDi 16.01.2016 roja şemîyê de di encama êrişên hin kesên nenas de malperên me yên facebook û twîtterê ji destên me derketin. Pêşiyê di malpera twîtterê de parvekirinên ji derveyî me hatin parvekirin û malpera me yê facebookê jî hate girtin. Hevalên me yên ku bi karên teknîkî ve mijûlin, di heman rojê de malpera twîtterê dîsa bi dest xistin. Malpera facebookê jî piştî rojeke vebû û niha jî di bin kontrola ew kesên nenas de ye.
Niha em hewl didin ku malperê careke din bi dest bixin. Lê divê demê de me wek ferzek li ser milên xwe dît ku raya giştî ji vê rewşê agahdar bikin. Parvekirinên ku ji doh de di malpera me ya facebookê de dibin, ji derveyê îradeya me ne û ne di bin berpirsyariya me de ne. Dema em malperê bi dest bixin, emê dîsa raya giştî agahdar bikin. Heta wê demê emê ji ser malpera xwe ya din parvekirinan bidomînin.Lînka Malpera Niha: https://www.facebook.com/Tevgera-Ciwan%C3%AAn-Kurdistan%C3…/TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ18.01.2016