PAKê alîkarî gihand 500 malên mexdûrên Sûra Amedê
PAKê roja 15.01.2016ê li Amedê li avahîya teşkîlata Amedê ya PAKê jibo kampanyaya alîkarîyê ya ku jibo malbatên mexdûrên Sûrê destpêkirî civînek çapemenîyê lidarxist.Civîn saet di 11.30ê bi beşdarîya rêveber û endamên PAKê destpêkir. Di civînêde di derbarê kampanyaya alîkarîyê de agahdarî û daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi Kurmancî ji alîyê endama PAKê Zinet Dinçer bi tirkî ji alîyê rêvebera teşkîlata Amedê ya PAKê Rojbin Bükün ve hat xwendin. Serokê Teşkîlata Amedê ya PAKê Hanifi Turan jî di derbarê alîkarîyan de agahdarî dan.Hat ragihandin ku PAKê heta niha alîkarî gihandîye 500 malan û 500 malên din jî navê xwe jibo alîkarîyê nivîsandîne.Civîn piştî beşa pirs û bersivan bi awayeke berhemdar bidawî hat.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê