Rêxistina Rabîteya Cîhanî ya Zanayên Jînosedan serdana Şingalê kir û lêkolînan li ser tawanên DAIŞê li dijî kurdên êzdî dike û wan tawanan tomar dike. Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî nameyek ji Ebadî re şandiye ku rê bidin Dadgeha Lahayî lê ku lêkolînan li ser wan tawanan bikin.Endamê Lêjneya Bilind a Naskirina Tawa Jînoseda Kudên Êzdî û Şêwirmendê Serokwezîrê Kurdistanê Husên Qasim Hesun ji malpera KDP.info re ragihand: “Rêxistina Rabîteya Cîhanî ya Zanayên Jînosedan ev 2 roj e li Şingalê ye û lêkolînan li ser hemû tawanên DAIŞê li dijî kurdên êzdî dike û wan tawanan tomar dike.”Husên Qasim Hesun wiha got: “Heta niha 24 heta 25 gorên komî yên kurdên êzdî li Şingalê û derdora wê hatine dîtin û pêşbînî tê kirin ku zêdetir bên dîtin. Hatina wê rêxistinê piştevaniyeke girîng û mezin e ji me re, ji ber ku nêzîkî 300 profesor di vê rêxistinê de ne û pspor in di warê jînosedan û yasayên navdewletî de, herwiha kar li ser gelek dosyeyên girîng kirine.”Hesun wiha domand: “Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ew jî berdewam hewl dide û hewlên wî berdewam in bo bijînosednaskirina tawanên li dijî kurdên êzdî, lewma daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kiriye ku rê bide Dadgeha Lahayî ku lêkolînan li ser tawanên DAIŞê li dijî êzdiyan li Şingalê bike.”
Pêş
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
18/04/2024
Parlamentoya Hollandayê berdana Demirtaş û Kavala bi yekdengî qebûl kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rejîma Îranê ji xwîna Kurdan têr nabe17/04/2024