Hilbijartina serok û cîgirê serokê PDKê zîndî temaşe bike
Partiya Demokrata Kurdistanê ku Mesûd Barzanî serokatiya wê dike, 13emîn komgreya xwe di roja 11ê çileya pêşîn de li bajarê Hewlêrê, paytexta herêma Kurdistanê dest pê kir. Ev bûyera dîrokî ku nêzîkê 2000 endam û mêvan tê de başdar bûn, bi awayekî zîbdî di mediyayê de hat weşandin.
Di kongreyê de dê pirogram û destûra navxwe ya Partiyê ku gelek reform tê de hene û çend pirsên giring bên minaqeşe kirin û pesind kirin.
Di roja yekem ya kongreya PDKê de gelek mêvan beşdar bûn. Kongere bi peyva serok Barzanî hat vekirin. Herwesa Celal Talebanî serokkomarê Îraqê, Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê, Usame Nûcêfî serokê parlamentoya Îraqê û gelek mêvanên din ji Îraqê, Ewropa, Amerîkayê û Tirkiyeyê peyav pêşkeş kirin.
Sibê roja Duşemiyê 13ê çileya pêşîn saet 19:30 li gor dema Hewlêrê û 17:30 li gor dema Ewropayê dê serok û cîgirê serokê PDKê di kongreyê de bên hilbijartin û dê ev bûyera giring bi awayekî zîndî dê di malpera www.kdp.info de bê weşandin