“Yê li dijî dewleta kurdî be, xayin e”
Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku, ew serxwebûna Kurdistanê û Dewleta Kurdî dixwazin û bi hemû awayekî pişta wê digirin, herwiha ew ligel wê yekê ne ku zûtir dewleta Kurdî bê ragihandin û ew aliyên ku bi awayekî nerasterast dijayetiya dewleta kurdî dikin xiyaneteke niştimanî mezin li pey xwe tînin û xiyanetê dikin.Ebdullah Wertê Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurd dê her bibin xwedî dewlet. Îsal sed sal bi ser rêkeftina Saykis Bîko re derbad dibe, eger kurd bi zanebûn kar ligel vê derfetê nekin, dê rastî Saykis Bîkokeke din bên û Rojhilata Navîn bê kurdan bê xêzkirin, lewma pêwîst e serkirdatiya kurdî pir bi jêrî mar ligel vê rewşê bike, ji ber ku derfeteke wisa dûbare nabe, lewma em wek Tevgera Îslamî bi hemû awayekî piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdistanê dikin.”Wertê wiha got: “Pêwîst e aliyên siyasî hemû pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û yekdeng û yekrêz bin, ji ber rewşê û gihîştin bi serxwebûnê, ji ber ku dîrok ti aliyekî jibîr nake ku dijatiya dewleta kurdî kiribe û xiyanet li welatê xwe kiribe.”