Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Husên ragihand ku pêwîst e bi yekrêziyê zemîne bo referandûmê were xweşkirin. Herwiha da zanîn ku, civîna Serok Barzanî di destpêka sala nû de ligel aliyên siyasî de, dê bo xweamadekirin û nehiştina giriftanên di navbera me de be û bo têgehiştin.Elî Husên Endamê Serkirdatiya PDKê ji Malpera KDP.info re ragihand: “Sala 2016an sedsala bidawîhatina rêkeftina Saykis Bîko ye û rola welatên navçeyê û navdewletî pir zêde bûye. Kurd jî îro eger em wan berawird bikin ligel dema Şerê Cîhanî Yelem û Duyem, wê demê nebeşek bûn ji hevkêşeyên siyasî û leşkerî û aborî, lê niha kurd beşek e ji van hevkêşeyan û pêgeha wan pir girîng e û şerê terorîstên DAIŞê dikin, herwiha beşek in ji hevpeymaniya navdewletî, lewma deriyê me ji aboriya serbixwe û komek mijarên din re vekirî ye.”Husên wiha got: “Pêwîst e bi yekrêziyê zemîne bo referandûmê were xweşkirin û hem jî bo egerên bidawîhatina DAIŞê li navçeyê û dûbare dabeşkirina navçeyê amadebin, ji ber ku niha Rûsya jî hatiye navçeyê û Amerîka û welatên din ên rojava li vir in, lewma divê Kurd hewl bidin bibe xwedî stratîjiyeke hevbeşî niştimanî û em xalên hevbeş di navbera xwe de bikin bingehek bo yekrêziyê û karê hevbeş, ji ber ku niha gelekî pêdviya kurdan bi yekrêziyê heye.”Elî Husên wiha domand: “Civîna Serok Barzanî di destpêka sala nû de ligel aliyên siyasî de, dê bo xweamadekirin û nehiştina giriftanên di navbera me de be û bo têgehiştin.”
Pêş
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya
Têkildar
Balkêş e ?
Close - DEM şeredara Silopî ji Partiyê ixrac dike03/07/2025