Al a me ya rengîn
Bo hatina roja alaya Kurdistanî di 17ê. Çêleyê pêşîn da: CANKURD Alaya kurdî ne dêrîna partî û kesan eEw nîşana gelê Kurd e, serî li asîman eEw ê hilnede alaya pîroz di mala xwe deWê çawa bibe xebatkarê di ber gelê xwe deAla me ya rengîn nîşana gelê Kurdistan eLi Agirî, li Efrîn, li Mahabad û li Barzan eQamîşlo, Amed û Suleymanî pê serbilind inEwên li her welatekî wê hildidin, ew Kurd inDilsozên gelê xwe ne, wan hilgirên alaya meBê alaya rengîn, kes çi nasnameyê nade meÇi li zindanan, li ser çiyan, li sengerên KobanîBilind dikin qehremanan ala xwe bi mêranîHemî cîhan dizane ku ev ala ya gelê Kurd eÇi alayeke dî bêguman bo me kul û derd eBo çî em ê hilgirin alaya welatekî dî?Ma ji vê cersiyê mestir heye cersiyeke dî?Ey gelê Kurdistan, şoreşvanan, çi jin û çi mêrAla rengîn ji me re giringtir e ji zîv û zêrJi bo yekbûna Kurdan, kuro, me yek ala divêKuro, bo çi tu ji vê alê ditirsê, jê direvê?***********