Polîtîk

Serok Barzanî ji bo Şingala nû dest bi xebatê kir

Roja çarşem 16.12.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa xelkê Şingalê û daxwaziyên wan û danustandina bîr û ramanên wan yên di derbarê avadankirin û kûrtirkirina pêkvejiyan û paşaroja Şingalê li gel hejmarek ji kesayetî û rihspî misilmanên devera Şingalê civiya.Li vê kombûnê da Serok Barzanî gotarek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û têda behsa girîngiya siyasî û neteweyî û cografî û civakiya Şingalê ji bo gelê Kurdistanê kir ku bi dirêjahiya dîrokê mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û pêkhatên cûda cûda bûye û eve jî xisterû ku pêwîste ew çanda pêkvejiyanê kûrtir û dewlemendtir bê kirin li devera Şingalê û hemû Kurdistanê û rê nedin ku bi tu awayekî ziyan li bexteweriya xelk û çanda pêkvejiyana Kurdistaniyan û xelkê Şingalê bidin û li vî warî de jî erkê mamostayên olî û aliyên siyasiyan û kesayetî û rihspiyan bi girîng û bi bandor wesif kir.Serok Barzanî behsa dirindeyî û bêwîjdaniya terorîstên Da’îş kir ku bi dirêjahiya dîrokê tu dijminek wekî Da’îş tawanên diltezîn û dijî mirovahiyê li beranber gelê Kurdistanê encam nedaye û ew tawanên Da’îş li dijî hemû xelkê Kurdistanê bûn û birîna xuşk û birayên me yên Êzîdî birîna hemû takekî Kurde û ewê beranber xuşk û birayên me yên Êzîdiyan hatiye kirin beranber hemû gelê Kurdistanê hatiye kirin û behsa ewe jî kir ku xuşk û birayên me yên Êzîdî dû caran û bi sedema Kurdbûn û bi sedema ola xwe jî zulm li wan hatiye kirin û tawan li dijî wan hatiye kirin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Da’îş li ruyê serbaziyê ve li ser destê Pêşmerge tûşî şikestê hatiye lê belê nabê rê bidîn armancên Da’îş li têkdana birayetî û pêkvejiyanê pêkbîne û dest bi wê çanda dewlemenda pêkvejiyanê bigrîn ku bi sedema wê ve pêgeh û nav û dengê gelê Kurdistanê li asta cîhanê da bilind û hêjaye û tekez li wê yekê kir ku ji destdana pêkvejiyana gelê me destpêkek dibê ji bo neman û karesatê. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa pêwîstiya avadankirina Şingalê û girîngîdana rewşa aborî û guzeraniya xelkê vê deverê kir û ji bo vê mebestê jî daxwaz kir ku xelkê Şingalê bi hemû pêkhatên xwe ve li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo ewe bikin ku Şingal bi baştirîn awayî avadan bikin û her wiha kar jî ji bo ewe bê kirin ku li ruyê îdariyê ve navçeya Şingalê taybetmendiya xwe hebê û bibê parêzgeh.Li beşekî dinê civînê de beşdarbûyan spasî Serok Barzanî kirin ku soza xwe bi cîh gihand û devera Şingalê ji destê terorîstên Da’îş rizgarkir û behsa qurbanîdana hêzên Pêşmergeyan kir ku qehremanane bi xwîna xwe çiyayê Şingalê û bajarê Şingalê rizgar kirin û wê sozê jî bi Serok Barzanî dan ku parêzerê birayetî û pêkvejiyanê bin li navçeya xwe de û wê pêkvejiyanê dewlemendtir û kûrtir bikin. Paşê pirsiyar û têbînî û pêşniyarên xwe yên li ser paşaroja Şingalê û avadankirinê ji bo Serok Barzanî xistinrû.Li bersîva pirsiyar û têbîniyên amadebûyan de Serok Barzanî spasî pabendbûna xelkê Şingalê kir bi bingehên birayetî û pêkvejiyanê û eve jî dûpatkir ku em hemû bira û kesukarên hevdû ne û me tu cûdahiyek tûne û her kes li nêrîn û ramanên xwe de azade û dîndariya xwe bike bêyî wê yekê baweriya xwe li ser kesekî din da bisepênê. Serok Barzanî spasî xelkê parêzgeha Dihok û hemû gelê Kurdistanê kir ku merdane û birayane li vê şerê da hatine dest û bi xwîn û bi qurbanîdan dijminan şikand û bi dilfirehî û hestekî nîştîmanî û neteweyî yarmetiya koçber û lêqewimiyan da.Li dawiya axaftina xwe de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste xelkê Şingalê biryar li ser jiyan û paşaroja xwe bidin û hêviyê xwest ku Şingal ji bo hemû pêkhatan bibê mînaka avadanî û bexteweriya hemwelatiyan.

Back to top button