Kurdistan dikare rojê 200 hezar bermîl neft bifroşe
Aşitî Hewramî wezîrê derametên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê li dor hinartina nefta Kurdistanê bo derve di daxuyaniyekê de got: ”Yek ji şertên kurdan bo beşdarîkirinê di hikûmeta nû ya Îraqê de a bi serokatiya Nurî Malkî, çareserkirina pirsên hilawîstî, bi taybetî pirsa neft û gazê, navbera Bexda û Hewlêrê bû. Her dema hikûmeta Bexdayê îtîraf bi kintraktên neftê yên hikûmeta herêma Kurdistanê bi kompaniyên biyanî re îmza kirine kir û pereyê wan kompaniyên di warê patrolê de li herêma Kurdistanê kar dikin da, hingê em jî dê dest bi hinartina neftê bo derve bikin.”
Hewramî got ku eger bi awayekî fermî Hewlêr û Bexda li ser şareserkirina pirsên hilawîstî rêkeftin , hikûmeta herêma Kurdistanê dikare di destpêka sala nû de 1000 bermîlên neftê rojane bifroşe û di dawiya sala bê de dikare 150 heta 200 hezar bermîlan di roekê de bifrêşe.
Li dor daxuyaniyên Hisên Şehristanî wezîrê patrola Îraqê jî, Hewramî got ku ew êdî bi Şehristanî re danûstandinan nahin, lê ew dê bi wezîrê patrrolê yê hikûmeta nû ya Îraqê re hewildin hemû pirsgirêkan çareser bikin.
Şehristanî gotibû ku divê herêma Kurdistanê nefta xwe bi derve rewane bike daku ji %17 budceyê werbigire.