Civak

Têkdana emniyeta netewî xeta sor e

Kamil Hacî Elî wezîrê ewqaf û karûbarên olî yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi minasebta wvekirina kursê rewşenbîrî-zanistî ku, bi hemahengî di navbera wezareta ewqaf û ofîsa ragehandina olî ya bajarê Silêmaniyê ji bo îmam û xetîbên mizgeftên Silêmaniyaê hatiye amade kirin, peyvek pêşkeş kir.

Wezîrê ewqaf û karûbarên olî di gotara xwe de got ku navzirandin û emniyeta netewî xetên sor in li pêşiya îmam û xetîbên mizgeftên Kurdistanê û got: ”Em rê nadin ku mînberên mizgeftên Kurdistanê bibine  mînberên teşwîqkirina têkdana emniyeta miletê me û çêkirina kaosê li herêma Kurdistan.”

Wezîrê ewqafê û karûbarên olî di berdewamiya peyva xwe de got: ”Ola îslamê oleke pîroz e, lê mamosteyên olî û gortarên wan neşerte pîroz bin. Ew hevwelatîne û wan xwendiye û zaniastê şer´î wergirtiye. Gelek normale ku kêmasî di gotarên mamosteyên olî de hebin. Nabe maosteyên olî ji qebareyê xwe zêdetir daxaz bikin.”
 
Wezîrê ewqafê daxaz ji melayên misgeftan kir ku xwe digel bûyer û pêşhatan bigoncîn in û beha pirsgirên hevwelatiyan û awayê çareserkirina wan bikin.

Kamil Hacî Elî wezîrê ewqaf û karûbarên olî daxaz ji îmamên mizgeftan kir ku hindek pirs û babet hene pêwîste beriya xandina wan li mînberên mizgeftan, baştire bi wezareta ewqaf û aliyên peywendîdar re bên minaqeşe kirin.

Back to top button