Çekên Amerîkî dê raste rast bêne Kurdistanê
Komîteya Pêwendiyên Derve yê Kongreya DYA daxwaz dike di şerê li dijî DAIŞê de bi awayek raste rast çek û pêwîstiyên leşkerî bişînin bo Hêzên Pêşmerge.Endamên Partiya Komarî yê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Kongreya DYAyê reşnivîsek pesend kirin ku tê de daxwaz dikin DYA bi awayek raste rast çekan bide Hêzên Pêşmerge.Amadekarên reşnivîsê dibêjin eve bersiveke bo hikûmeta Bexdayê jiber ku bi awayek rûtînî hevkariyên bo Pêşmerge dereng dixe ku ev yek jî bandorê li ser serkeftinên li dijî DAIŞ’ê dike.Kongresmanê DYA’yê Ed Royce ku eve duwemcare daxwaza pirçekirina Pêşmerge dike û dibêje ku divê bêyî hikûmeta Bexdayê divê çek bigehin destê Pêşmerge.Piştî pesendkirina vê reşnivîsê, biryar şandine Civata Nûnerên Amerîkayê.Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de bo Wol Sitrît Jornal (WSJ)ê Amerîkî ragehand ku çekên Pêşmerge dixwaze nagehe destê wan û ji aliyê Bexdayê vet ê ragirtin.Kongresmanên Amerîkayê jî di nivîsandina vê reşnivîsê de bal dikêşin ser vê daxuyaniyê.