Wezîra Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier şevîdin gihîşt Kurdistanê.Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Başûrê Kurdistanê.Li balafirxaneya Hewlêrê, Frank Walter Steinmeier ji aliyê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.Bo pêşwazîkirina Steinmeier ferşê sor li balafirxaneyê hatibû raxistin û çend berpirsên din ên Kurdistanê û Almanya jî li balafirxaneyê amade bibûn.Steinmeier dê di çarçoveya serdana xwe y abo Kurdistanê de, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.Frank Walter Steinmeier berî ku serdana Kurdistanê bike, çûbû Iraqê û li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî re civiyabû.
Pêş
23/07/2026
Deriyê Navbera Nisêbîn û Qamişlo destpêka sala 2027ê tê vekirin..!
23/07/2026
Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
DYA bi tundî êrîşê Îranê dike..!22/07/2026


