Li eniya Guwêrê ya rojhilatê Mûsilê 19 çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.Berpirsê Eniya Guwêr ya Hêzên Pêşmerge Qadir Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din 8 çekdarên DAIŞê û îro jî danê sibehê 11 çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.”Herwiha derbarê çarenivîsa wan çekdaran jî, Berpirsê Eniya Guwêrê wiha domand: “Ew çekdarên ku xwe radestî Pêşmerge dikin, dê îfadeya wan were girtin û lêkolîn bi wan re bê kirin û piştre bo Wezareta Pêşmerge bên şandin.”
Pêş
22/07/2026
Êrîşên Îranê li ser herêma Kurdistanê li Wanê hatin şermezarkirin
22/07/2026
Ozgur Ozer partiyek nû avadike…
Têkildar
Balkêş e ?
Close


