Cîhan

Naveroka civîna serokwezîr û sefîra Swêdê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, pêşwazî li Anîka Moln Helgren sefîra nû ya Swêdê li Îraqê û şandeya diplomasiya bi wê re kir û di civînekeê de Helgren kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê û ew têkeliyên diplomasî yên saxlem û xurt bi taybetî digel herêma Kurdistanê hene nîşan da û hêvî kir ku ew têkelî berdewam bibin.Di civînê de ku, roja pêncşemiyê 15.10.2015ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, rewşa Îraqê û Kudistanê hat nirxandin û sefîra Swêdê tekîd kir ku welatê wê giringiyeke mezin bi warê civakî, aborî, parastina mafê mirovî û berhingarbûna şideta dijî jinan dide û ew pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê di wan waran de avêtine bilind nirxandin.Sefîra nû ya Swêdê daxwaz kir ku hemû arîşe û pirsgirêk bi dansûtandin û diyalogê bên çareser kirin û ew aramiya li herêma Kurdistanê heye berdewam be û bila hemû alî rûbirûyê terorîstên DAÎŞ bibin. Wê got ku di demên bê de hijmareke şandeyên hikûmeta Swêdê dê serdana herêma Kurdistanê bikin û ji bona zêdetir gotûbêjkirina hemû pirsan digel berpirsên herêma Kurdistanê bicivin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana sefîra Swêdê bo herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wê re xwest û piştevaniya xwe ji bo pêşniyarên wê yên di warê pêşdebirina rewşa civakî û zêdetir bidemokrasîkirina civakê û xebatên zêdetir ji bona nehêlana şideta dijî jinan nîşan da.Serokwezîr sipasiya hevkarî û hevahengiya berê ya hikûmeta Swêdê bo herêma Kurdistanê kirî ku, di warê derxistina çend qanûnan de û bi taybetî derxistina qanûna rûbirûbûna şideta li dijî jinan fêdeyeke mezin jê dîtiye, kir.

Back to top button