MHP : Doza KCK'ê şermekî mirovahiye
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) û Parlemanterê MHP yê bajarê Rihayê Muzaffer Çakmakli di derhaqa doza KCKê de got : Doza KCK şermekî mirovahiyê ye. Ew doz, dozekî bê sedeme. Heger sucdar bin cezayên wan bidin û heger sucdar nebin jî serbest berdin ji xwe pirrê wan şaredarin ne mimkûne jî birevin. Girtina wan dîlkirina wan zilmekî herî mezin ya dinyayê ye.
Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) serokên partî yên bajarê Kurdan top kir û destpê xebatên seçîmê kirin. MHP serokê hemî bajarên xwe li Amedê top kirin û weka ku peyamên hebûnê li Kurdistanê da. Alîkarî Sekreterê Giştî yê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) û Parlemanterê MHP yê bajarê Rihayê Muzaffer Çakmakli hate Amedê û civîna herêmê kir.
Muzaffer Çakmakli ji aliyê serokê MHP yê bajarê Amedê M.Teyyar Karakoç li ber deriyê hatiye pêşwazî kirin. Çakmakli li wê derê daxuyaniyekî da û got : Di desthilatdariya MHP’ê de hemî pirsgirêkên herêmê çareser dibe.Di vê herêmê de aramî, kar, xwarin û yekitî tenê bi desthilatdariya MHP’ê re mimkûne.
Devlet Bahçelî tê Amedê
Muzaffer Çakmakli li ser xebatên hilbijartinê jî wiha got : Birêz Devlet Bahçelî her tim li Diyarbekire. Daxuyaniyên ne rast yê birêz Serokwezîrê dibe.Dibêje ku :Nikarin ji Sêwasê derbas bibin. Birêz Devlet Bahçelî piştî demekî kin tê Diyarbekirê.Emê li Diyarbekir û li Mêrdînê mîtîngên xwe çêbikin. Bahçelî mêvanêkî şerefê Diyarbekiriyan bibe. Ez dizanim ku brayên me yên Diyarbekirî wekê brayê xwe pêşwaziyê Bahçeliyê bikin.Diyarbekir roniya çavêt me ne.
Piştgirî ji bo girtiyên KCK’ê re
Çakmakli li ser doza KCK jî qise kir û got : Ew doz, dozekî bê sedeme. Heger sucdar bin cezayên wan bidin û heger sucdar nebin jî serbest berdin ji xwe pirrê wan şaredarin ne mimkûne jî birevin. Girtina wan dîlkirina wan zilmekî herî mezin ya dinyayê ye. Şermekî mirovahiyê ye.