Şerekî ku armanca wî ne serxwebûn be ne şerê kurdan e
Li Bakurê Kurdistanê şerek bê armanc dibe. Ev şerê kiye ? şerê çiye? be bersive. Ji bo vê yekê jî Rojevakurd xwest destê yekem dîtina aliyên siyasî li Bakurê kurdistanêbizane û xwendevanên xwe re par veke. Rojevakurd pirsî Tevgera Ciwanên Kurdistanê bersiva pirsan da. Tevger dibêje:Ev şer şerê PKK û dewleta Tirk a dagirker e û şerê hilbijartinan e. Rojevakurd: Gelo ev şerê li Bakur ji nûve destpêkirî, çerê çîye û şerê kiye? TEVGER: Mijareke balkêş e, çi dema hilbijartin nêzik dibin li holê tu “pêvajo” namîne û şer dest pê dike. Helwesta dewletê jî helwesta PKKê jî di vî mijarî de ji hevudû ne cuda ne. Dema em bi giştî bûyeran binirxînin, emê bibînin ku tu fêda Kurdan di vî şerî de tuneye. Ev şer bi tenê xisarê dide Kurdan. Loma em nikarin bibêjin ev şer şerê Kurdan e. Di encam de em dikarin bibêjin ku ev şer şerê PKK û dewleta Tirk a dagirker e û şerê hilbijartinan e.Miletê Kurd feydê yan zererê ji vî şerî dibinê? çewe?TEVGER: Ev misoger e ku şerekî armanca wî ne serxwebûn/dewletbûn be ne şerê Kurdan e û tu fêdeyê nade Kurdan. Armanca vî şerî jî ne serxwebûn e. Ji alîyê din, ev şer li Kurdistanê didome û hemû xisar digihêje miletê Kurd. Bi hezaran Kurd ji cihên xwe koçber bûn. Navçeyên me xera bûn. Eşkere xuyaye ku miletê Kurd ji vî şerî tu fêdê nabîne lê xisareke pir mezin dibine.Di vî şerî de hun dikarin helwesta dewletê û PKKê binirxînin?TEVGER: Dewleta Tirk dagirker e û ji bo Kurdan di bin desthilatdariya xwe bihêle çi lazim be kirîye û ewê biker jî. Loma ji bo sedemeke biçûk jî dikare bajarê Kurdan xera bike. Heta jê bê dixwaze Kurdan bitirsîne û serî li wan bitewîne. Ji ber vê yekê jî niha bi vî şerî heman politikaya xwe ya dagirkerîyê didomîne û dixwaze vê peyamê bide Kurdan; “Ez ji we xurttir im. Kengî bixwazim dikarim we bikujim. Loma li hember min ranebin.”PKK jî bi îlankirina “xweserîyan” dewletê dikişine ser Kurdistanê. Şerekî lihevkirîye. Di eslê xwe de ne PKK ne jî dewlet şer nakin. Hew wer didin xuyakirin û di bin vê qilifê de Kurdistanê xera dikin.Rola HDP di van bûyeran de wek partiyek ku 80 kursî destve anîne çîye?HDP bi israr dibêje ku ew partîyeke Tirkîyeyî ye. Bi wî awayî dibe partîyeke pergalê. Bi rastî jî wek partîyeke Tirkîyeyî tevdigere û di vî warî de jêhatî ye. Di hemû bûyeran de bi helwestên “Tirkîyeyî” derdikeve pêş. Loma di meseleyên Kurdistanê de rola wan ji partîyên din ne cuda ye. Partîyek bibêje ku ew partîyeke Tirkîyeyî ye û li gor wê tevbigere, ne girînge xwedî çend parlamentera ye. HDP careke bi beşdarbûna hikûmatê, bi fermî bû perçeyeke pergala dagirkeriya Kurdistanê. Ew jî bi hişmendîya dagirkerîyê tevdigere û dixwaze Kurdan entegreyê Tirkîyeyê bike.