Rapora rêkirina petrolê hate eşkerekirin
Li gor raporta mehane ya wezareta samanên xwezayî, hikûmeta herêma Kurdistanê di meha tîrmehê de16019090 bermîlên neftê bi rêya boriya neftê Kurdistan-Ceyhan hinratiye derve, ango 516745 bermîlên neftê di rojekê de eksport kirine. Li gor raportê, miqayîse digel meha hizîranê, rêjeya eksporkirina neftê bo derve 6.5% nizim bûye. Di meha hizîranê de hikûmeta herêma Kurdistanê 17130639 bermîl eksportkiribûn, ango di rojekê de 571021 bermîl hinardine.Wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe ya berî heyamekî de ragehandibû ku boriya guhastina nefta herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê di roja 27.07.2015ê de rastî êrîşekê hatibû û ew êrîş bibû sedemê rawestandina eksportkirina nefta Kurdistanê bo derve. Li gor wê daxuyaniyê, ji sedemê wê êrîşê 111 rojan hinartina neftê hatibû rawestandin.Hikûmeta herêma Kurdistanê di meha tîrmehê de 12,020683 bermîl (387764 bermîl di rojekê de) ji wan bîrên neftê yên ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve tên îdarekirin bo derve hinartine û 3998407 bermîl (128981 bermîl di rojekê de) ji bîrên neftê yên ji aliyê kompaniya nefta bakur (Kerkûk) tên îdarekirina bo derve hinartine.Li gor raportê di meha tîrmehê de, hikûmeta herêma Kurdistanê 2201540 bermîl (71017 bermîl di rojekê de) radestî komapaniya bibazarkirina nefta Îraqê SOMO kirine.Hikûmeta herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser firotina neftê bi awayekî dîrekt ji bona timamkirina budceya hikûmeta federaliya Îraqê. Hikûmeta herêma Kurdistanê dê lêbixebite ku pirsgirên xwe bi hikûmeta Bexdayê re çareser bike û hemû pirsên girêdayî neft û gazê her wek di daxuyaniya 17.05.2015ê ya civata herêma Kurdistanê bo karûbarên neft û gazê û di civîna pênc partiyên sereke yên herêma Kurdistanê yên beşdar di hikûmetê de hatiye îlan kirin, pisa neft û gazê çareser bike.Wezareta samanên xwezayî dibêje ku hikûmeta herêma Kurdistanê dê di destpêka meha îlona îsal, 2015ê de, beşek ji dahatiniyê wê nefta dîrekt difiroşe bide kompaniyên navdewletiyên neftê yên li herêma Kurdistanê di warê neftê de berhemanînê dikin.